Berdewamiya siyaseta bêserûşûnkirina bi zorê; Neh meh ji nexuyabûna çarenivîsa Enwer Remezanpûr ê welatiyê Kurd

Hengaw; Pêncşemî 27ê Şibata 2025an
Çarenivîsa Enwer Remezanpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê piştî 8 meh û 13 roj ji revandina wî ji aliyê hêzên hikûmetî ve, heta niha nediyar e û Komara Îslamî ya Îranê ji qebûkirina berpirsiyaretiyê di vî warî de xwe dûr digire. Ev yeka wekî mînakeke zelal a siyaseta bêserûşûnkirina bi zorê tê hesibandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 257 roj ji revandina Enwer Remezanpûr ê welatiyê 34 salî û xelkê Mehabadê, heta niha ti zanyariyek ji rewşa tendirustiya wî, cihê ragirtin û çarenivîsa wî ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hevjîna Enwer Remezanpûr ji bo bidestxistina zanyariyan derbarê çarenivîsa hevjînê xwe, serdana îdareya Îtilaatê li bajarên Mehabad, Bane, Sine, Tehran û Urmiye û saziyên dinê yên ewlehî û dadwerî kiriye, lê heta niha ti bersivek ji wê re nehatiye danê.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hevjîna Enwer Remezanpûr destpêkê çûye bo îdareya “Agehî” ya Mehabadê û ragihandiye ku hevjînê wê hatiye bêserûşûnkirin, lê piştî deh rojan ji wê re hatiye ragihandin ku dosyeya hevjînê wê bi biryara dadwer bo saziyeke dinê hatiye veguhastin.
Enwer Remezanpûr, kedkarê çêkirina xaniyan, piştî sê roj vegerîn ji Herêma Kurdistanê, roja Înê 14ê Hezîrana 2024an li nêzî mala xwe ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû revandin û ji wê demê ve heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.
Xwedûrgirtina sîstematîk a saziyên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji qebûlkirina berpirsyariya girtina Enwer Remezanpûr, wekî mînakeke zelal a bêserûşûnkirina bi zorê tê hesibandin.
Hengaw pêka madeya 2 a Konvansiyona Piştgirî ji hemû welatiyan di hember bêserûşûnkirina bi zorê de, hikûmeta Îranê sebebkarê revandin û bêserûşûnkirina Enwer Remezanpûr dizane û daxwaza bersivdana Komara Îslamî ya Îranê di vî warî de dike û herwisa daxwaz dike ku bilez malbata wî destpêregihîştin bi beşên yasayî û parêzeran re hebe û xizmetguzariya tendirustiyê ji bo navbirî bê cîbicîkirin.