Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina 10 girtiyên Kurd li girtîgehên Kirmaşan û Qizilhesara Kerecê

Hengaw; Pêncşemî 27ê Şibata 2025an
Roja Çarşemî herî kêm 10 girtiyên Kurd ku berê bi tometên wekî kuştina bi qest û madên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan, li girtîgehên Dîzilavaya Kirmaşanê û girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin û heta niha nasnameya 7 kes ji wan ji Hengawê re hatiye eşkerekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 26ê Şibata 2024an, sizayê darvekirina 7 girtiyên Kurd ku heta niha nasnameya çar kes ji wan hatiye eşkerekirin yên bi navên “Mîlad Muradî yê 27 salî, Elî Çêşme Sifîdî yê 31 salî, Mihemed Fireydûnî û Bêhrûz Seferî Qelê Zencîrî yê 36 salî ku berê bi tohmeta wekî “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (girtîgeha Dîzilava) hate birêveçûn.
Hevdem 3 girtiyên xelkê Kirmaşanê jî, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatine bidarvekirin ku nasnameya wan ji Hengawê ve tê lêkolînkirin.
Pêka çavkaniyên Hengawê, Mîlad Muradî yê xelkê Kirmaşanê 2 sal berî niha, Elî Çêşme Sifîdî ji Kirmaşanê 6 sal berî niha, Mihemed Fireydûnî 4 sal berî niha û Bêhrûz Seferî Qelê Zencirî 4 sal berî niha bi tometa wek “kuştina bi qest” hatibûn girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûn sizadan.
Ji aliyeke dinê ve di heman rojê de, sizayê darvekirina 3 girtiyên din ên bi navên Elîriza Besatîniya yê 23 sal û xelk Îlamê û rûniştiyê Tehranê, Secad Îqbalî Gerawend ê xelkê devera Garawend a ser bi bajarê Kuyeştê û Mistefa Hejîr Bêhrûz ê 40 salî û xelkê Esedavaya Hemedanê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.
Çavkaniyeke nêzî malbata Hejîr Bêhrûz ji Hengawê re ragihandiye ku: Mistefa Hejîr Bêhrûz 5 sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan û sizayê vî girtiyê bi dizî ve û bêyî agehdarbûna malbata wî hatiye cîbicîkirin.
Herwisa Elîriza Besatîniya 2 sal berî niha û Secad Îqbalî Gerawend 3 sal berî niha bi tohmeta wek madên hişber hatibûne girtin û û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van 10 girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.