Maşalah Keremî, bavê dadxwazê Kurd di dosyayek dinê de bi 8 sal girtîgehê hate sizadan

18 August 2024 00:57


Hengaw; Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an

Maşalah Keremî, bavê Mihemedmehdî (Komar) Keremî yek ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, di dosyayek dinê de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, 8 sal û 10 meh girtîgeh û destbiserdegirtina mal û û milk û dana sizayê nexdî bi ser de hate sepandin. Navbirî beriya niha bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Maşalah Keremî, endamê malbatên dadxwaz, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Duya Nezerabadê ve bi tohmetên “bidestveanîna dahatên neyasayî” sizayê 8 sal û 10 meh girtîgeh û dana milyardek û 900 milyon Tumen perê nexdî û destbiserdegirtina mal û milk bi ser de hate sepandin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Keremî, hemû mal û milkên navbirî ku malek li bajarê Tîkab û trombêlek ji cura Dênayê ye, ji aliyê hikûmetê ve dest bi ser de tê gitin.

Hêjayî gotinê ye ku, Maşalah Keremî beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 5 sal girtîgeh û “hewldan li dijî ewlehiya netewî” bi salek girtîgehê hatibû sizadan.

Elî Şerîfzade, parêzerê Maşala Keremî di vê derbarê de ragihandiye ku, ew mijarên ku hatine behskirin li derheq “bidestanîna dahata neyasayî” an bidestanîna dahatekê ji rêya encamdana tawanekê, ev mal û milkê Maşala Keremî ti pêwendiyek bi “kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” nîne.

Navbirî daye zanîn ku, mal û milkên navbirî bi rêya hevkariya xelkê ve hatiye kirîn û Maşalah kedkar bûye û xelkê xêrxwaz bi niyeta xêrxwaziyê hevkarî kiriye.

Maşalah Keremî roja 22ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Kerecê hatibû veguhastin.

Mihemedmehdî Keremî yê ciwanê 21 salî yê Kurd û xelkê Bîcarê digel Mihemed Husênî bi tohmeta kuştina Ruhulah Ecemiyan yê endamê Besîc bi îdamê hatibûne sizadan û piştî îşkenceyên dijwar roja 7ê Çileya 2023an hatibûne darvekirin; Ev du ciwanên hanê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin