Kemal Lutfî ji endamê malbatên dadxwazan bi 5 sal girtîgehê hate sizadan

17 April 2024 09:55

Hengaw; Çarşemî 17ê Nîsana 2024an
 

Kemal Lutfî yê xelkê Dêwulanê û endamê malbatên dadxwaz û bavê Riza Lutfî ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ku bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal girtîgehê  hate sizadan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Kemal Lutfî ji endamê malbatên dadxwaz ji aliyê Dadgeha Şoreş a Dêwulanê ve bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi salek girtîgehê, "bêrêzîkirin bi Xaminêyî" bi du sal girtîgehê û “bêrêzîkirin û erîşkirin li ser Xumeynî” bi du sal girtîgehê bi giştî bi 5 sal girtîgehê hate sizadan.

Hengawê berê di raorekê de nivîsîbû ku, roja Sêşemî 9ê Nîsana 2024an, Kemal Lutfî yê temen 46 salî û endamê malbatên dadxwaz, piştî wê ku ji bo Dadgeha Şoreş a Qurwê ve hate gazîkirin, li wir ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bi desrbasbûna çend roj ji gitina wî, ti zanyariyek derbarê çarenivîs û cihê ragirtina navbirî li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku Kemal Lutfî, roja Yekşemî 16ê Nîsana 2023an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Kamêranê hatibû veguhastin.
  
Ev bavê dadxwaz di dawiyê de piştî 78 rojan girtîgehê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgeha Kamêranê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin