Îsferayn; Sizayê darvekirina Şueyb Rizapûr di nav girseya xelkê de hate birêveçûn

28 February 2025 17:02

Hengaw; Înê 28ê Şibata 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Şueyb Rizapûr ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li bajarê Îsferaynê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur û di nav xelkê de hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 28ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Şueyb Rizapûr ê girtiyê temen 30 salî û xelkê gundê "Sist" ê ser bi bajarê Îsferaynê li nêzî pira Beheşt a vî bajarî li ber çavê xelkê hate birêveçûn.

Hengawê berê li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Rizapûr nivîsîbû; Ev girtiye ku xîzandar e ji sê sal berî niha ve bi tohmeta kuştina bi qest a kesekî bi navê Elîriza Ferzane di pevçûneke bi kom de hatibû girtin.

Şueyb Rizapûr di dawiyê de bi tohmeta kuştina kesekî bi navê Elîriza Ferzane yê xelkê Îsferaynê, ji aliyê Taya Duyem  a Dadgeha Tawanan a Yek a Bicnûrdê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Seyîd Cewad Îlalî, Serdozgerê parêzgeha Xurasana Bakur, bi bê îşarekirin bi navê kesê hatî darvekirin bi medyayên hikûmetî re gotiye ku sizayê darvekirina vî girtiyê li cihê encamdana tawanê li pira Beheşt a bajarê Îsferaynê hatiye  cîbicîkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin