Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd li girtîgehên Îlam û Îsferaynê
Hengaw; Çarşemî 12ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Dariyûş Emînî, Saman Muradî û Hamid Yarî ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgehên Îlam û Îsferaynê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 9ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina Dariyûş Emînî, girtiyê xelkê Dêluranê û Saman Muradî yê xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Dariyûş Emînî pênc sal berî niha û Saman Muradî du sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Çarşemî 5ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina Hamid Yarî ku berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Îsferaynê yê ser bi Parêzgeha Xurasana Bakur hate cîbicîkirin.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.