Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina 10 girtiyan di heyama du rojan de li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

21 February 2025 23:27

Hengaw; Înê 21ê Şibata 2025an

Di heyama rojên Çarşem û Pêncşemiya hefteya borî de herî kêm 10 girtiyî ji wan 2 girtiyên Kurd, 2 girtiyên xelkê Efxanistanê, girtiyek Gîlek û girtiyek Belûç ku berê bi tohmetên wekî destdirêjiya seksî, kuştina bi qest, dizîkirina bi çekê û madên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî sizayê darvekirina sê girtiyên bi navên Arif Zeiferanlû yê temen 39 salî û welatiyê Kurd û xelkê Qoçanê û rûniştiyê bajarê Melardê, Mihemed Berahûyî yê temen 35 salî û hevwelatiyê Belûç û xelkê Zahidanê û Husên Sasanî yê xelkê Tehranê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Arif Zeiferanlû 4 sal berî niha û Mihemed Berahûyî û Husên Sasanî 3 sal bereî niha di dosyeyeke hevbeş de hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Li gorî raporên berê yên Hengawê jî, sibêdeha roja Çarşemî 19ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Husên Yawerî yê temen 28 salî û welatiyê Kurd û xelkê Kirmaşanê û Bêhrûz Mihemedî yê xelkê Tehranê ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Hevdem Sasan Mîrhadî yê welatiyê Lor û xelkê Dêzfûlê bi tohmeta "miharibe" bi rêya dizîkirina bi çekê ve û Riza Enzelçî yê temen 45 salî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li vê girtîgehê hatine darvekirin.

Ji aliyeke dinê ve û li gorî rapora ku malpera rojnameya "Hemşehrî" belav kiriye, roja Çarşemî sizayê darvekirina sê kesan ji wan du kes yên xelkê Efxanistanê ku berê bi tohmeta "destdirêjiya seksî" bi darvekirinê hatibûne sizadan, li vî girtîgehê hatiye cîbicîkirin. Du girtiyên xelkê Efxanistanê du sal berî niha û girtiyê din jî 6 sal bereî niha hatibûne girtin.

Tevî belavkirina nûçeya wan sê girtiyan rojnameya Hemşehrî nûçeya darvekirina yek ji girtiyên ku bi tohmeta kuştina bi qest hatibû darvekirin medyayî kiribû û nûçeya darvekirina şeş girtiyên dinê heta niha ji aliyê medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ve nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin