Girtiyekî Kurd di girtîgeha Şîrwanê de hate darvekirin

Girtiyek Kurd yê bi navê Elî Babayî yê welatiyê xelkê bajarê Şîrwan ê girêdayî parêzgeha Xorasana Bakur

13 December 2023 18:13

 

Hengaw; Çarşemî 13ê Kanûna 2023an

Girtiyek Kurd yê bi navê Elî Babayî yê welatiyê xelkê bajarê Şîrwan ê girêdayî parêzgeha Xorasana Bakur di girtîgeha navendî ya vî bajarî de hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 12ê Kanûna 2023an, girtiyekî Kurd yê 38 salî yê bi navê Elî Babayî ku berê bi tohmeta "madên hişber" bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Şîrwanê hate darvekirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, Elî Babayî yê xelkê Şîrwanê çar sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi "madên hişber" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze ragihandinên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin


Di vî warî de zêde bixwînin