Birêveçûna sizayê darvekirina Elî Saidpenah ê girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya Îsferaynê
Hengaw; Yekşemî 26ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Saidpenah, ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Îsferaynê yê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 26ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina Elî Saidpenah, xelkê bajarê Îsferaynê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.