Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Bîcarê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

Hengaw; Înê 28ê Şibata 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Bîcarê yê bi navê Emîr Ceiferpenah ku berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 27ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Emîr Ceiferpenah yê temen 40 salî û xelkê Bîcarê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê yê ser bi parêzgeha Elborzê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar nêzîk malbata Ceiferpenah, ev girtiye ji 5 sal berî niha ve bi tohmeta kuştina xalet û mêrê xaleta xwe hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.