Nexede; Gazîkirin û girtina Mihemed Emînîfer bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê

28 February 2025 18:39

Hengaw; Înê 28ê Şibata 2025an

Mihemed Emînîfer (Cuxur), welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexede, piştî gazîkirin û serdankirina Taya Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Giştî û Şoreş a Nexedê, bi mebesta birêvebirina sizayê 29 meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Şibata 2025an, Mihemed Emînîfer ê temen 40 salî û xelkê gundê "Elîyava" yê ser bi bajarê Nexede, ji bo birêvebirina sizayê 29 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Ev welatiyê Kurd berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer "Secad Dostî" bi tohmetên "endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de û propagendekirin li dijî hikûmetê" bi giştî 29 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Mihemed Emînîfer, roja Duşemî 1ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe ya li gundê "Elîyava" bi awayekî hovane hatibû girtin û bo girtîgeheke ewlehî ya îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî midehekê bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Nexedê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Mihemed Emînîfer di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatibû  bêparkirin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin