Birêveçûna sizayê darevekirina aliyê kêm 5 girtiyan li girtîgehên Amol û Qizilhesara Kerecê

20 February 2025 10:29

Hengaw; Pêncşemî 20ê Şibata 2025an

Sizayê darvekirina herî kêm çar girtiyên bi navên Husên Yawerî, Sasan Mîrhadî, Bêhrûz Mihemedî û Riza Enzelîçî ku berê bi tohmetên wekî pêwendîdar bi madên hişber, kuştina bi qest û dizîkirin bi çekê bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn. Hevdem Malik Parsa jî li girtîeha Amolê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 19ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Husên Yawerî yê temen 28 salî û welatiyê Kurd û xelkê Kirmaşanê û Bêhrûz Mihemedî yê xelkê Tehranê ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta kuştina bi zanebûnê bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Hevdem Sasan Mîrhadî yê welatiyê Lor û xelkê Dêzfolê bi tohmeta "miharibe" bi rêya dizîkirina bi çekê û Riza Enzelçî yê temen 45 salî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li vê girtîgehê hatine darvekirin.

Ji aliyeke dinê ve û di heman rojê de, sizayê darvekirina Malik Parsa yê welatiyê Mazenî û xelkê bajarê Amolê ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Amolê ya ser bi parêzgeha Mazenderanê hate birêveçûn.

Nûçeya darvekirina van pênc girtiyan, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin