Birêveçûna sizayê darvekirina Hîsam Salarî, Behador Eliyasî û Silêman Nasirî li girtîgehên Serawan û Kirmaşanê

Hengaw; Yekşemî 10ê Tebaxa 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Belûç, Lor û Kurd ên bi navên Hîsam Salarî, Behador Eliyasî û Silêman Nasirî, ku berê bi tohmetên kuştina bi zanebûn û madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Serawan û Kirmaşanê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemê 10ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Belûçî yê bi navê Hîsam Salarî "Reyîsî" yê temen 20 salî û xelkê bajarê Gulşen ê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li girtîgeha navendî ya Serawanê hate cîbicîkirin.
Hîsam Salarî salek berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew roja Pêncşemî 6ê Tebaxê bi mebesta cîbicîkirina sizayê xwe ji beşa giştî bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
Herwisa roja Şemî 9ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Behador Eliyasî yê temen 31 salî û xelkê Xuremavayê, û girtiyekî Kurd ê bi navê Silêman Nasirîxîz yê xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hat cîbicîkirin.
Behador Eliyasî ji sê sal berî niha û Silêman Nasirî nêzî pênc sal berî niha bi tohmetên peywendîdar bi madên hişber hati bûne û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van sê girtiyan, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.