Raporek li ser darvekirina Emîr Husênpûr û Hemîd Serlek li girtîgehên Îlam û Dêzfolê

15 August 2025 16:28

Hengaw; Înê 15ê Tebaxa 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyan bi navên Emîr Husênpûr û Hemîd Serlek, ku berê bi tohmetên kuştina bi qest û tawanên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Dêzfol û Îlamê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 12ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Hemîd Serlek, girtiyê Lor ê xelkê Dêzfolê li girtîgeha navendî ya Dêzfolê li parêzgeha Xûzistanê hate cîbicîkirin.

Hemîd Serlek berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwisa sibêdeha Duşemî 11ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Emîr Husênpûr yê 34 salî û xelkê bajarê Îlamê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Emîr Husênpûr 4 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina van herdu girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin