Birêveçûna sizayê darvekirina Mihemedriza Husênî, Ferdîn Xanî û Ferşîd Cemyarî li girtîgehên Îlam, Bêhbehan û Qezwînê
Hengaw; Pêncşemî 20ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyan ji wan du girtiyên Kurd ên bi navên Mihemedriza Husênî, Ferdîn Xanî û Ferşîd Cemyarî, ku berê bi tohmetên "kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber", ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Îlam, Bêhbehan û Qezwînê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 19ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mihemedriza Husênî li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn. Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtî berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Ferdîn Xanî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Bêhbehan a ser bi parêzgeha Xûzistanê hate cîbicîkirin.
Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Sêşemî 18ê Mijdara 2015an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Ferşîd Cemyarî li girtîgeha navendî ya Qezwînê hate birêveçûna. Ev girtî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van her sê girtiyan di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.