Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina 9 girtiyan ji wan 3 girtiyên Kurd û girtiyekî Efxanî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

Hengaw; Pêncşemî 29ê Gulana 2025an
Di heyama rojên Sêşemî û Çarşemiya vê hefteyê de, herî kêm 9 girtî ji wan girtiyekî siyasî, sê girtiyên Kurd, girtiyekî Lor û girtiyekî xelkê Efxanistanê ku berê bi tohmetên wekî sîxurî bo Îsraîlê, kuştina bi qest, destdirêjiya seksî û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, hatine darvekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 28ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Pêdram Medenî, girtiyê temen 41 salî û xelkê bajarê Tehranê ku berê bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizlihesara Kerecê hate birêveçûn.
Hevdem sizayê darvekirina 5 girtiyan bi navên Hucet Hewasîzade yê 36 salî û xelkê navçeya Gerawenda Koyeştê, Şehriyar Elî Abadî yê 27 salî û xelkê Kirmaşanê, Seyîd Ebas Lekî yê 37 salî û xelkê gundê Xesrewavaya Dêlfanê, Efşîn Îzetî yê 33 salî û xelkê Tehranê û Mecîd Behramî naskirî bi (Mecîd Xelîfe) yê xelkê Tehranê hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke aghedar a Hengawê, Hucet Hewazîde pênc sal berî niha, Şehriyar Elî Abadî sê sal berî niha û sê girtiyên dinê jî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Ji aliyeke dinê ve û pêka rapora malpera Roknayê, roja Sêşemî 27ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyan di vê girtîgehê de hatiye cîbicîkirin. Nasnameya yek ji van girtiyane yê bi navê Husên Yarî yê xelkê Xuremavayê ku 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, bo Hengawê hatiye eşkerebûn.
Pêka nivîsa vê malperê girtiyekî xelkê Efxanistanê ku 7 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan û girtiyekî dinê bi tohmeta destdirêjiya seksî hatine darvekirin.
Heta niha nûçeya darvekirina çar girtiyan di medyayên hikûmetî de hatiye belavkirin û nûçeya darvekirina pênc girtiyên dinê jî nehatiye belavkirin.