Raporek li ser darvekirina Cebar Elîşahî, Eşkan Mehdîpenah û Murteza Xoremî li girtîgehên Hemdan û Kirmaşanê

Hengaw; Yekşemî 27ê Tîrmeha 2025an
Sizayê darvekirina sê girtî bi navên Cebar Elîşahî, Eşkan Mehdîpanah û Murteza Xoremî li girtîgehên Hemedan û Kirmaşanê hate cîbicîkirin. Ev sê girtiyane berê bi tohmetên "madên hişber" û "kuştina bi zanebûn" bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 23ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina du girtî bi navên Cebar Elîşahî, hevwelatiyê Lor ê temen 30 salî û xelkê Xuremavayê û Eşkan Mehdîpenah, girtiyê xelkê Hemedanê li girtîgeha Hemedanê hate cîbicîkirin.
Cebar Elîşahî û Eşkan Mehdîpenah çar sal berî niha di du dosyeyên cuda de bi tohmetên pêwendîdar bi "madên hişber" hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê haibûne sizadan.
Herwiha sibêdeha roja Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Murteza Xoremî yê xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî (girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin.
Murteza Xoremî du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn a endamekî hêzên leşkerî yên Îranê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê raporê, di medyayên hikûmetî de û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.