Rapora Hengawê derbarê kuştina Emîr Nadirî û Saman Fetahî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Kirmaşan û Şabadê
Hengaw; Yekşemî 18ê Çileya 2026an
Du welatiyên Kurd ên bi navên Emîr Nadirî û Saman Fetahî di meşa nerazîbûnên meha Çileyê de li bajarên Şabad û Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Emîr Nadirî yê 27 salî û xelkê gundê Wefrava yê ser bi bajarê Şabadê, li meşa nerazîbûnên girseyî li vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Herwiha di heman rojê de, Saman Fetahî ji werzişvanê naskirî yê Kirmaşanê û endamê tîma neteweyî ya Tekwandoyê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li taxa Sabûnî ya vî bajarî hate kuştin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev welatiye ji aliyê serê xwe ve bûye armanca guleyên şer ên hêzên hikûmeta Îranê û jiyana xwe ji dest daye. Navbirî peyrewê ola Yarsan e û heştemîn welatiyê peyrewê vê ola Kurdî ye ku di nerazîbûnên vê dawiy de hatiye kuştin.
Hengaw agehdar bûye ku, malbata Saman Fetahî piştî dayîna 700 milyon Tumenan bi saziyên ewlehî re, termê wî wergirtine û roja Yekşemî 11ê Çileya 2026an li goristana “Reqe Seraw Tîran” a Kûzeranê bi axê hatiye sipartin.