Eşkerekirina nasnameya şeş kesên din ji kuştiyên nerazîbûnên Kirmaşanê ji aliyê Hengawê ve

22 January 2026 17:09

Hengaw; Pêncşemî 22ê Çileya 2026an

Şeş welatiyên din ên Kurd bi navên Ferhad Balşizer, Seîd Kehrarî, Ferzad Xeyrdar, Mihemedemîn Selamî, Meysem Kiranî û Seyîd Arman Mûsewî, li encama nerazîbûnên xelkê li Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin ku nasnameya wan piştî hefteyekê hatiye eşkerekirin. Li gorî vê hejmarê, heta niha nasnameya 30 kes ji kuştiyên nerazîbûnan li Kirmaşanê ji aliyê Hengawê ve hatiye eşkerekirin û belavkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Înê 9ê Çileya 2026an, Ferhad Balşizer ê 55 salî, ji peyrewên ola Yarsan, xelkê gundê "Suwêrk" û rûniştvanê Perdîsa Kirmaşanê, bi teqeya gulleya şer a hêzên hikûmetî li beşa serê xwe hate kuştin.

Di heman demê de û her di vê rojê de, Seîd Kehrarî yê xelkê Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin.

Ji aliyek dinê ve, şeva Pêncşemî 8ê Çileyê, Ferzad Xeyrdar ê 37 salî, endazyarê mîkanîk û xelkê Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a gulleya şer a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Hevdem û her di vê şevê de, Mihemedemîn Selamî yê xelkê bajarokê Îlahiye yê ser bi Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên xelkê vî bajarî de bi teqeya rasterast hêzên hikûmetî hate kuştin. Navbirî li Kirmaşanê xwediyê firoşgeheke şal, serpûş, çente û hwd li derdora Îlahiye û şeqama Kareba bûye.

Ji aliyek dinê ve û her di vê şevê de, Meysem Kiranî yê xelkê Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên xelkê vî bajarî de li Bilwara Taqewsanê, ji ber lêketina gulleyê şer ji aliyê hêzên hikûmetî ve canê xwe ji dest da. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, Meysem Kiranî tenê çend roj beriya canjidestdanê, rêûresma nîşaniya (dezgîraniya) xwe bi rê ve biribû.

Her di van deman de û li encama nerazîbûnên xelkê di roja 8ê Çileyê de, Seyîd Arman Mûsewî yê xelkê Kirmaşanê, li taxa Mesken a vî bajarî, ji ber lêketina gulleyên şer ên hêzên hikûmetî li qefesa sîngê wî, canê xwe ji dest da.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin