Piştrastkirina nasnameya 12 welatiyên Kurd ên ku di nerazîbûnên girseyî yên Kirmaşanê de hatine kuştin, ji aliyê Hengawê ve
Hengaw; Înê 23ê Çileya 2026an
12 welatiyên Kurd ên xelkê Kirmaşanê di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de bi navên Nazenîn Zara Salihî ya 13 salî, Mihemed Metîn Baqirî yê 16 salî, Ferhad Nezerî Goracûyî, Hesen Nûrî, Hemîdriza Yûsifî, Pêdram Arxa, Ferhad Çiraxî, Seyad Feramerzî, Bêhrûz Nerîmanîmêhr, Emîr Elî Ebasîfer, Xulamhusên Ehedî û Elîriza Îftîxarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin. Herî kêm çar kes ji van welatiyane peyrewên ola Kurdî ya Yarsan in û bi hejmartina van haletan, hejmara cangoriyên vî bajarî gihîşte 45 kesan.
Nasnameya van 12 welatiyan ku hemû di rojên 8 û 9ê Çileyê de hatine kuştin, ji aliyê Hengawê ve hatiye piştrastkirin û hûrgiliyên wê bi vî rengê jêrê ne:
Kuştina di roja Înî 9ê Çileya 2026an;
Nazenîn Zehra Salihî ya zaroka 13 salî ya xelka Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de li Bilwara Keyhanşehrê, dema ku di nav parkekê de bû, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî ji mewdayek nêzîk ve hate kuştin. Çavkaniyên Hengawê piştrast kirine ku Nazenîn Zehra di bin çavdêriya meta xwe de bûye û çend sal berî niha dê û bavê xwe ji dest dabûn.
Termê vê zarokê roja Şemî 11ê Çileyê bi beşdariya berfireh a xelkê Kirmaşanê li goristana Baxê Firdews a vî bajarî bi axê hate sipartin.
Pêdram Arxa, diranpizîşkê 27 salî yê xelkê Kirmaşanê û ji peyrewê ola Yarsan, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de, li pêşiya deriyê klînîka xwe ya taybet ji aliyê hêzên serkutker ên hikûmetî ve bû armanca gulebarana rasterast û bi lêketina du guleyên şer jiyana xwe ji dest da. Termê vî cangoriyê roja Duşemî 12ê Çileyê li goristana Seraw Tîran a li herêma Kuzran a vî bajarî bi axê hate sipartin.
Hêjayî gotinê ye ku, malbata vî welatiyî jî wek gelek malbatên din ên cangoriyan ketibûne bin zextê da ku wî wek hêzeke Besîc bidin naskirin.
Kuştina di roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an;
Mihemed Metîn Baqirî, zarokê 16 salî yê xelkê Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de li bazara Mesken a vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve bi teqeya rasterast hate kuştin. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, hêzên hikûmetî piştî gulebarankirina vî zarokî, tevî xwînçûna dijwar, ew veguhestine tirombêla girtiyan û paşê termê wî li kêleka rêyeke sereke avêtine. Termê vî cangoriyê roja Yekşemî 11ê Çileyê li goristana Baxê Firdews, bloka 19an bi axê hate sipartin.
Ferhad Nezerî Goracûyî, welatiyê xelkê gundê Gewrecû yê ser bi bajarokê Dalaho û ji peyrewê ola Yarsan, di meşa nerazîbûnên girseyî de li bajarokê Muelim ê ser bi Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û lêketina guleyên şer jiyana xwe ji dest da.
Bêhrûz Nerîmanîmêhr, 33 salî û zewicî û bavê du zarokan û Seyad Feramerzî yê 36 salî, zewicî û bavê zarokekî sava, her du jî xelkê bajarokê Deredirêj ê ser bi Kirmaşanê û ji peyrewên ola Yarsan, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest dan.
Elîreza Îftîxarî, Hesen Nûrî û Emîr Elî Ebasîfer, her sê jî xelkê Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û lêketina guleyên şer hatine kuştin. Li gorî zanyariyên gihîştî, Hesen Nûrî li taxa Şerîetî ya vî bajarî destpêkê bi guleya şer lingê wî birîndar bûye û paşê bi guleya xelasê hatiye kuştin.
Xulamhusên Ehedî, welatiyê xelkê Kirmaşanê û mamosteyê xanenişînkirî, li meydana navendî ya vî bajarî ji ber lêketina guleyên şer ên hêzên hikûmetî hate kuştin.
Hemîdriza Yûsifî, welatiyê xelkê Kirmaşanê di meşa heman nerazîbûnan de li taxa Îlahiyê bi gulebarana rasterast a guleyên şer ji aliyê hêzên hikûmetî yên Îranê ve hate kuştin.
Ferhad Çiraxî, welatiyê xelkê Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de li bilwara Taqwesanê bû armanca gulebarana rasterast a hêzên hikûmetê û bi lêketina çar guleyên şer li beşa zikê xwe, jiyana xwe ji dest da.
Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di meşa nerazîbûnên vê dawiyê yên Kirmaşanê de, heta niha Hengaw kariye nasnameya 45 kesan ji cangoriyan li vî bajarî piştrast û belav bike.