Hengaw; Eşkerekirina nasnameya 10 welatiyên cangorî yên Kurd di nerazîbûnên Tehran, Kerec, Qezwîn û Meşhedê de

22 January 2026 23:41

Hengaw; Pêncşemî 22ê Çileya 2026an

Deh welatiyên Kurd bi navên Mihemed Elî Mihemediyan, Artîn Ebdulahî, Mesûd Sadiqî, Mîlad Etmanî, Resûl Çeqakebûdî, Bêhzad Ebbasî Gûracûbî, Hesenelî Newrozî, Riza Rostemiyan, Mêhrdad Kermacanî û welatiyek bi paşnavê "Rûhanî" di meşa nerazîbûnên girseyî de li bajarên Tehran, Kerec, Meşhed û Qezwînê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine kuştin.

Nasnameya van deh welatiyan ku zanyariyên wan gihîştine destê Hengawê û piştî lêkolînên hûr ên tîma piştrastkirinê ya vê saziyê hatine piştrastkirin, hatiye eşkerekirin û hûrgiliyên wan wiha ne:

Roja Înê 9ê Çileya 2026an, welatiyek bi navê Hesenelî Newrozî Samle yê 54 salî û xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê Meşhedê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Hengaw agehdar bûye ku termê vî cangoriyê bêyî agehdarkirina malbatê bi axê hatiye sipartin.

Her di vê rojê de welatiyekî din bi navê Mêhrdad Kermacanî yê xelkê Kengeverê, di meşa nerazîbûnên girseyî de û li devera Guherdeşta Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da.

Ji aliyek dinê ve, di nerazîbûnên roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an de, Bêhzad Ebasî Gûracûbî, xelkê bajarê Qesra Şîrîn û peyrewê ola Yarsan, li Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê û li encama lêketina gulleyên şer hate kuştin.

Resûl Çeqakebûdî, welatiyê xelkê Kirmaşanê jî her di vê rojê de li meşa nerazîbûnên xelkê li Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin.

Herwiha heman rojê Mihemed Elî Mihemediyan ê 42 salî û xelkê gundê Qerewel ê ser bi bajarê Dîwandereyê û rûniştiyê bajarê Tehranê, di meşa nerazîbûnên xelkê de li vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin. Li gorî agehiyên hatine wergirtin, termê vî cangoriyê radestî malbata wî hatiye kirin û li zêdê wî bi axê hatiye sipartin.

Herwiha Mesûd Sadiqî yê 37 salî û xelkê bajarê Serpêla Zehawê yê ser bi Kirmaşanê, li nerazîbûnên li Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û lêketina gulleyên şer hate kuştin. Termê vî welatiyî piştî hefteyek lêgerînê, di dawiyê de piştî serdana malbata wî bo Pîzîşkê Dad hate naskirin.

Hêjayî gotinê ye ku, termê vî cangoriyê roja Pêncşemê 22ê Çileya 2026an li goristana gundê "Koseyên Pataq" ê ser bi bajarê Serpêla Zehawê bi axê hatiye sipartin.

Ji aliyek dinê ve Riza Rostemiyan ê 18 salî û xelkê bajarê Sîrwan ê ser bi Îlamê û rûniştiyê Tehranê, di nerazîbûnên girseyî de li şeqama 17ê Şehriwer, meydana Xurasan a Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin.

Yek ji nêzîkên vî cangoriyê ji Hengawê re ragihandiye ku, termê wî radestî malbata wî hatiye kirin û bi axê hatiye sipartin.

Artîn Ebdulahî, xwendekarê xelkê Serdeştê jî di tevgera nerazîbûnên xelkê de li Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Li gorî zanyariyên hatine wergirtin, malbata vî cangoriyê ketiye bin zext û gefên giran ên ewlehiyê da ku xwe ji belavkirina agehiyan û ragihandina hûrgiliyên kuştina zarokê xwe bi dûr bigirin.

Her di vê rojê de, welatiyekî din ê bi navê Mîlad Etmanî yê xelkê Selmasê, di nerazîbûnên xelkê de li Tehranê birîndar û hatibû girtin û termê wî piştî 12 rojan, roja Sêşemî 20ê Çileya 2026an bêyî dayîna ti ronîkirinekê, radestî malbata wî hate kirin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, malbata vî welatiyî piştî girtina wî, tevî şopandinên berdewam, ti agehiyek ji çarenivîsa wî nebûne û di dawiyê de ji aliyê saziyên hikûmetî ve hatine gazîkirin û termê wî radestî malbatê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyên gihiştine destê Hengawê, welatiyekî din ê bi paşnavê "Rûhanî", yê xelkê gundê Kaşter ê ser bi Kamêranê, di meşa nerazîbûnên xelkê de li Qezwînê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Hengaw agehdar bûye ku termê vî cangoriyê li gundê Wermeheng ê ser bi Kamêranê bi axê hatiye sipartin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin