Eşkerekirina nasnameya heşt welatiyên din ên Kurd ku di nerazîbûnên Tehran û Kerecê de hatine kuştin
Hengaw; Şemî 24ê Çileya 2026an
Heşt welatiyên Kurd ku yek ji wan peyrewê ola Yarsan e, bi navên Mahan Merdanî, Mecîd Celîliyan, Meysem Qenberî Rad, Diyako Qadirmerzî, Ebas Kelhor, Abidîn Xezayî, Pûriya Beharî Muste Elî û Luqman Elîzade, di encama nerazîbûnên xelkê de li Tehran û Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatin kuştin.
Nasnameya van heşt welatiyan, ku hemû di rojên 8 û 9ê Çileya 2026an de hatine kuştin, ji aliyê Hengawê ve hatiye eşkerekirin û hûrgiliyên wê wiha ne:
Kesên ku roja Înê 9ê Çileyê 2026an hatine kuştin;
Pûriya Beharî Muste Elî, welatiyê xelkê gundê Muste Elî yê ser bi Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên xelkê de li Tehranê û li naçeya Tehran Parsê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û bi lêketina guleyên şer jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyan, termê vî welatiyî roja Şemî 17ê Çileyê li goristana gundê zêdê wî bi axê hate sipartin.
Mecîd Celîliyan, werzişvanê 39 salî û xelkê Şabad û rûniştiyê Tehranê, di encama nerazîbûnên xelkê de li devera Merzdaran a Tehranê ji aliyê hêzên serkutker ên hikûmetî ve bi tundî kete ber lêdanê û di encamê de bi teqeya rasterast a guleyên şer hate kuştin. Hêjayî gotinê ye ku ev welatiye bavê zarokekî sava bûye.
Kesên ku roja Pêncşemî 8ê Çileyê 2026an hatine kuştin;
Diyako Qadirmerzî, 19 salî û xelkê gundê Sadiq Ava yê ser bi Dêwulanê, di encama nerazîbûnên xelkê de li Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Hengawê berê vîdyoyek ji rêûresma biaxsipartina vî ciwanî li zêdê wî belav kiribû ku di vê rêûresmê de beşdaran sirûda “Ey Şehîdan” xwendine û dirûşma “kak Diyako qehreman e, şehîdê Kurdistanê ye” gotine.
Mahan Merdanî, welatiyê xelkê Kirmaşanê û ji peyrewên ola Yarsan, di encama nerazîbûnên xelkê de li Qela Hesen Xan a Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û lêketina guleyên şer jiyana xwe ji dest da.
Meysem Qenberî Rad, xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê Tehranê, di encama nerazîbûnên xelkê de li devera Perend a Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin. Li gorî zanyariyên gihîştî destê Hengawê, termê vî cangoriyê roja Sêşemî 13ê Çileyê bi axê hate sipartin.
Abidîn Xezayî, 51 salî û hilgirê bawernameya masterê di beşa biyolojiyê de û xelkê Kengever ê ser bi Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên xelkê de li Firdewsiya Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Luqman Elîzade, welatiyê Kurd û xelkê gundê Guwê Axac ê ser bi bajarê Tîkabê, di encama nerazîbûnên xelkê de li Firdewsiya Kerecê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin. Hewdem, kurê navbirî, Parsa Elîzade ku digel wî bû, birîndar bûye. Termê vî cangoriyê li hember dayîna 400 milyon Tumenî radestî malbata wî hatiye kirin û roja Çarşemî 14ê Çileyê, li gundê zêdê wî bi axê hate sipartin.
Herwiha, Ebas Kelhor, welatiyê xelkê Kirmaşanê, di encama nerazîbûna xelkê de li devera Firdewsiya Kerecê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.