Du welatiyên Kurd ên bi navên Erdeşîr Zari`î û Mihemed Seydî li Sawe û Kerecê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine kuştin
Hengaw; Pêncşemî 15ê Çileya 2026an
Du welatiyên Kurd ên bi navên Erdeşîr Zari`î yê peyrewê ola Yarsan û xelkê Dalahoyê û Mihemed Seydî, xelkê Serpêla Zehawê bi teqeya rasteras a hêzên serkutker ên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Sawe û Kerecê hatine kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvaryea roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Erdeşîr Zari`î yê temen 40 salî û bavê sê zarokan û xelkê gundê "Diruyit" ê ser bi Dalahoya parêzgeha Kirmaşanê li bajarê Sawê û Mihemed Seydî yê xelkê Serpêla Zehawê li dema xwenîşandanên li Kerecê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Mihemed Seydî, serpereştê malbata xwe bû û çend sal berê ji ber pirsgirêkên aborî digel sê xîşkên xwe ji Serpêla Zehawê bo Keracê koç kiribûn.
Herwiha Erdeşîr Zari`î ku nexweşiya dil hebû û li dema serdankirinê bo dermanxaneyekê li Saweyê bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ji aliyê serê xwe ve hate kuştin. Rêûresma biaxsipartina wî dê di 15ê Çilê de li gundê wî were lidarxistin.