Eşkerebûna nasnameya heşt kesên din ên ku di xwenîşandanên Şabadê de hatine kuştin
Hengaw; Pêncşemî 22ê Çileya 2026an
Heşt welatiyên Kurd ên bi navê Secad Kiyanî, Mesûd Sehamî, Mîlad Feroxî, Newîd Mîrzayî, Cabir Ebdî, Emîr Husên Nadirî, Cewad Niyazî û Ferşîd Şekersoxen, hemû xelkê Şabadê û li xwenîşandanên vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hatine kuştin. Bi hesabkirina wan haletan nasnameya 14 welatiyên Kurd ên ku li vî bajarî hatine kuştin ji aliyê Hengawê ve hatine eşkerekirin û weşandin. Zanyariyên Hengawê nîşan didin ku di xwenîşandanên vî bajarî de herî kêm 23 welatî hatine kuştin.
Nasnameya van heşt welatiyan ku hemû roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an hatine kuştin ji aliyê Hengawê ve hatiye eşkerkirinkirin û hûrguliyên wan wiha ne:
Dr. Secad Kiyanî, diranpizîşk ê xelkê Şabadê û ji kesayetiyên navdar û xweştivî yê vî bajarî di xwenîşandanên girseyî de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate kuştin.
Mesûd Sehamî, welatiyê xelkê Şabadê jî di heman xwenîşandanan de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate kuştin. Li gorî çavkaniyên agehdar ev welatiye berê wekî şagirdek li dikaneke rûnguherîna tirombêlan dixebitî.
Mîlad Feroxî, xîzandar û bavê du zarokan û xelkê Şabadê di xwenîşandanên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê û berketina gulleyên şer hate kuştin. Hengaw agehdar bûye ku termê navbirî roja Şemî 10ê Çileya 2026an li goristana gundê Wenayî bi axê hatiye sipartin.
Newîd Mîrzayî, welatiyê din ê xelkê Şabadê di xwenîşandanên vî bajarî de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate kuştin. Li gorî çavkaniyên agehdar, termê navbirî roja Yekşemî 11ê Çileya 2026an li goristana Îmamzade Hesen li Şabadê bi axê hatiye sipartin.
Cabir Ebdî, welatiyê din ê xelkê vî bajarî di heman xwenîşandanan de bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê hate kuştin û termê wî di 11ê Çileya 2026an de bi axê hatiye sipartin.
Emîr Husên Nadirî yê xelkê gundê Ziwareko û Cewad Niyazî yê xelkê gundê Bangencaw jî di xwenîşandanên vî bajarî de bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê hatine kuştin. Termên her yek ji wan welatiyan roja Şemî 10ê Çileya 2026an li gundên wan bi axê hate sipartin.
Ferşîd Şekersoxen ê welatiyê din ê xelkê Şabadê ku di xwenîşandanên vî bajarî de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate kuştin.
Hengaw berê di raporek taybet de li ser xwenîşandanên li Şabadê di 8ê Çileya 2026an de belav kiribû û ragihandibû ku, piştî pevçûnên dijwar ên di navbera welatiyên xwenîşander û hêzên serkutker ên hikûmetê de hejmarek welatî hatine kuştin û birîndarkirin û herî kêm sê endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin.
Çavkaniyên Hengawê ji Şabadê piştrast kirine ku herî kêm 23 welatiyên Kurd li vî bajarî ji aliyê hêzên serkutker ên hikûmetê ve hatine kuştin. Hengawê berê nasnameya 6 kesên din eşkere kiribû û weşandibû û niha nasnameya 14 kesan hatiye eşkerekirin.