Meşhed; Cewad Elîkurdî yê parêzerê Kurd hate girtin

02 March 2025 13:04

Hengaw; Yekşemî 2ê Adara 2025an

Cewad Elîkurdî yê parêzer û welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Meşhedê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Navbirî birayê parêzer Xusrew Elîkurdî yê parêzerê dadgehê ye ku di vê dawiyê de piştî bi dawîhatina heya sizayê xwe ji girtîgehê hatibû berdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 1ê Adara 2025an, Cewad Elîkurdî yê parêzer li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser ofîsa wî li Meşhedê hate girtin.

Li gor hûrgiliyên ku hatine belavkirin, Cewad Elîkurdî di vê dawiyê de li bersiva hêzên îdareya Îtilaatê ku ji wî xwestibûn bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê serdana Taya Cîbicîkirina Sizayan a Meşhedê bike, gotibû ku ev pêvajoye divê bi belgeya gazîkirinê ji aliyê Xaneya Dad a Cîbicîkirina Sizayan ve bê encamdan.

Cewad Elîkurdî piştî hilweşandina cîbicîkirina sizayê wî, di meha Şibata par de ji aliyê Taya 37 a Dadgeha Pêdaçûnê ya Xurasana Rezewî ve 16 meh girtîgeh, 2 sal qedexekirina karê pisporî û 2 sal qedexeya derketin ji welat bi ser de hatibû sepandin.

Navbirî berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Meşhedê ve bi tohmeta “pêkanîn û birêvebirina girûpek bi mebesta hilweşandina hikûmetê” bi du sal girtîgeh, bi tohmeta “bêrêzîkirin bi Xamineyî” sizayê heşt meh girtîgeh û bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” sizayê salek û pênc meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û ev sizaye bo heyama sê salan hatiye ragirtin.

Ev parêzerê Kurd piştî girtina birayê xwe yê bi navê Xusrew Elîkurdî, parêzeriya hin ji girtiyên siyasî yên wek Kemal Ceiferî Yezdî, Fatime Sipêhrî û Hesen Baqirîniya kêşa stûyê xwe.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin