Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Îdrîs Mihemedzade

Hengaw; Yekşemî 2ê Adara 2025an
Îdrîs Mihemedzade, welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê, heftiyek berî niha ji aliyê îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatiye girtin û heta niha ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûna 7 roj ji şopandina berdewam a malbata Îdrîs Mihemedzade yê welatiyê hatî girtin yê xelkê Mehabadê, heta niha ti zanyariyek derbarê rewşa wî li ber dest nîne û saziyên hikûmetî jî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersivekê dûr digirin.
Îdrîs Mihemedzade di dema binçavkirinê de ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re û herwisa destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.
Ev welatiyê Kurd roja Şemî 22ê Şibata 2025an, piştî gazîkirin bi rêya telefonê ve bo îdareya Îtilaata Mehabadê hatibû girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê girtin, çarenivîs, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.