Rapora Hengawê derheq birêveçûna sizayê darvekirina 7 girtiyan ji wan 5 hevwelatiyên Belûç û du girtiyên xelkê Efxanistanê li girtîgeha Zahidanê

Hengaw; Yekşemî 2ê Adara 2025an
Sizayê darvekirina 5 hevwelatiyên Belûç ên bi navên Besîr Rûdînî, Ferhad Dêhmurde, Mûsa Paheng, Qasim Qenberdezkî û Murad Sabiro û herwiha Seidulah Zari`î û Asim Çarîkar, du girtiyên xelkê Efxanistanê li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 1ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Besîr Rûdînî yê temen 31 salî, Ferhad Dêhmurde yê temen 46 salî, Mûsa Paheng ê temen 43 salî, Qasim Qenberdezkî yê temen 39 salî û Murad Sabiro yê temen 40 salî yên girtiyên Belûç û Seidulah Zari`î yê 28 salî û Asim Çarîkar ê temen 30 salî li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate birêveçûn.
Di vê navberê de, Besîr Rûdînî û Murad Sabiro berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibûne sizadan. Pênc girtiyên dinê jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.