Sine; Girtina Mehmûd Nadirî ji ber bikaranîna "cemedanî" û "cilûbergên xakî" di daweta kurê xwe de

Hengaw; Sêşemî 4ê Adara 2025an
Welatiyekî Kurd û xelkê navçeya Kelaterzan a ser bi bajarê Sine yê bi navê Mehmûd Nadirî piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Sine ji aliyê vê saziya ewlehî ve hate girtin. Navbirî di heyama hefteya borî de ji ber bikaranîna hejmarek zêde ji welatiyan ji "cemedanî" û “cilûbergên xakî” di rêûresma daweta kurê wî de hatiye gazîkirin û rastî gefxwarinê hatiye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 4ê Adara 2025an, Mehmûd Nadirî, welatiyê 45 salî yê xelkê gundê "Dadane Kemanger" ê girêdayî navçeya Kelaterzanê, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Sine hate girtin. Navbirî roja borî bi rêya pêywendiyeke telefonî ve hatibû gazîkirin û îro demjimêr 8ê sibêdê serdana vê saziya ewlehî kiriye.
Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Nadirî, navbirî li derheq lidarxistina rêûresma daweta kurê xwe di salona Mêhr a bajarê Sine de hatiye girtin. Di vê rêûresmê de gelek welatiyan cemedanî û cilûbergên xakî bi kar anîbûn û piştevaniya xwe ji 58 welatiyên ku ji ber lixwekirina cilûbergên xakî û cemedanî li Pîranşarê ku bi vekirina dosyeyên dadwerî re rû bi rû bibûn, ragihandin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, di heyama meha borî de Mehmûd Nadirî çendîn caran bo îdareya Îtilaatê hatiye gazîkirin û roja piştî dawetê jî vê saziya ewlehî dest danîbû ser telefona wî û piştî pênc rojan berî niha telefona navbirî vegerandin.
Berê Hengawê belav kiribû ku, îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê bi zext û gefxwarin ji îdareya çavdêrî ya şûnan û herwisa birêveberên salonên taybet ên rêûresman li bajarên cur bi cur ên Kurdistanê li derheq bikaranîna cemedanî û cilûbergên xakî ji aliyê mêvanan ve di van rêûresman de huşdarî dabû wan.
Çavkaniyên Hengawê li bajarê Sine dane zanîn ku, di heyama meha borî de salonek bo heyama sê hefteyan û yek din jî bo du hefteyan hatiye daxistin û bi tundî gef li birêveberên wan hatiye xwarin ku eger di van her du sembolan de çalakiyan lidar bixin dê salonên wan bo demeke dirêj bêne daxistin.
Di destpêka meha Kanûna îsal de, herî kêm 58 welatiyên Kurd li bajarên Mehabad, Bokan û Pîranşarê û pêkhatî ji endamê malbatên şehîdên tevgera, Jin, Jiyan, Azadî, piştî amadebûn di rêûresma dawetekê de bi cemedanî û cilûbergên xakî, bi tometa “sembolgerayî” bo dadgehê hatine gazîkirin.
Piştî gazîkirin û çêkirina dosyeya dadwerî bo wan kesan, di heyama meha derbasbûyî de li bajarên cur bi cur yên Kurdistanê ji wan Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşar û Şino hin vîdyo li dawetan hatine belavkirin ku amadebûyan ji bo piştevanîkirin ji wan kesên ku hatibûne gazîkirin, bi cemedanî û cilûbergên xakî ve di rêûresman de beşdarî kiribûn.