Rapora Hengawê derheq birêveçûna sizayê darvekirina 7 girtiyan li girtîgehên Hemedan, Qezwîn, Tewrêz, Erdebîl û Bîrcendê

06 March 2025 20:40

Hengaw; Pêncşemî 6ê Adara 2025an

Sizayê darvekirina aliyê kêm 7 girtiyên bi navên Mihemed Raî, Îman Şukrulahzade, Hesen Fethî, Ramîn Elayî, Mihemed Eraqî, Elî Wetenxah û Celal Eşkanî ku berê bi tohmetên madên hişber û kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Hemedan, Qezwîn, Tewrêz, Erdebîl û Bîrcendê di vê dawiyê de hatiye birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 5ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Celal Eşkanî yê xelkê Hemedanê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin. Ev girtiye 4 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Ddawerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di heman rojê de, sizayê darvekirina Îman Şukrulahzade yê temen 42 salî yê Tat û xelkê Takistanê li girtîgeha navendî ya Qezwînê hate birêveçûn.

Îman Şukrulahzade ji 5 sal berî niha ve bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û piştre bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di berdewamiya pêla dervekirina hevwelatiyan de, roja Şemî 1ê Adara 2025an jî, sizayê darvekirina sê girtiyên Tirk li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate birêveçûn. Hesen Fethî yê temen 36 salî û xelkê Heşterûdê, Ramîn Elayî yê 33 salî û xelkê Tewrêzê, Mihemed Eraqî yê 26 salî û xelkê Tewrêzê li vê girtîgehê hatine darvekirin.

Li gorî çavknaiyeke agehdar, Hesen Fethî û Ramîn Elayî sê sal berî niha bi tohmeta madên hişber û Mihemed Eraqî jî bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji aliyeke dinê ve, roja Pêncşemî 27ê Şibata 2025an jî, sizayê darvekirina gitiyekî Tirk û xelkê Parsabada Erdebîlê yê bi navê Elî Wetenxah ê temen 27 salî li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hatiye cîbicîkirin. Ev girtiye sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest a di pevçûneke bi kom de hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwiha roja Şemî 15ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Mihemed Raî yê 33 salî û xelkê gundê "Murşik" Tirbet Heyderiye yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî ku sê sal berî niha bi tohemta "kuştina bi qest" hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan li girtîgeha navendî ya Bîrcendê hate cîbicîkirin.

Nûçeya darvekirina van 7 girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê de nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin