Urmiye; Canjidestdana sê kedkaran ji ber bûyera kar

17 June 2024 11:25


Hengaw; Duşemî 17ê Hezîrana 2024an

Du kedkarên xelkê bajarên Xoye û Kotolê yên bi navên Îzedîn Emînpûr û Seyad Babalûyî ji ber gazgirtinê û Seyîd Mensûr Elewî, kedkarê xelkê bajarê Urmiyê ji ber ketin ji bilindahiyê ve di rojekê de li Selmas û Urmiyê jiyana xwe ji dest dan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 15ê Hezîrana 2024an, Îzedîn Emînpûr yê xelkê bajarê Selmasê û Seyad Babalûyî yê xelkê gundê Gugird ê girêdayî bajarê Kotolê û rûniştiyê gundê Gulana Selmasê ji ber gazgirtinê di dema lêdana bira avê de li bajarê Selmasê jiyana xwe ji dest dan. 

Ji aliyek dinê ve di heman rojê de kedkarek din ê bi navê Seyîd Mensûr Elewî yê xelkê gundê Xeregûş ê girêdayî devera Soma û Biradostê ji ber ketin ji bilindahiyê ve jiyana xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin