Girtîgeha Qizilhesar; Li encama şer û pevçûnê di navbera girtiyan de girtiyek hate kuştin

08 March 2025 22:24

Hengaw; Şemî 8ê Adara 2025an

Girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Erselan Salarî li encama şer û pevçûna fîzîkî di navbera girtiyan de li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Şemî 8ê Adara 2025an, Erselan Salarî, girtiyê temen 30 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê li encama şer û pevçûna di navbera girtiyan de li girtîgeha Qizilhesarê hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Erselan Salarî li benda 17 a beşa du ya girtîgeha Qizilhisarê bi sedema derbên kêran hatiye kuştin.

Vê çavkaniyê di berdewamiyê de ji Hengawê re daye zanîn ku, Erselan Salarî 4 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bo girtîgeha Qizilhesarê hatibû veguhestin.

Saziya mafê mirovî ya Hengawê, çendîn caran li hember nebûna ewlehiya canê girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî de huşdarî daye. Li gorî lêkolîn û belgeyên ku di girtîgehên Komara Îslamî de bi dest ketine, ji bilî hebûna mafyayên bazirganiya madên hişber, berdewam çendîn cur ji çekên sar bi çavdêrî û piştevaniya madî ya fermanberên girtîgehê derbasî nav girtîgehê  dibin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin