Girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê; Li pevçûna di navbera girtiyan de girtyekî Kurd bi çeka sar hate kuştin

Hengaw; Duşemî 31ê Adara 2025an
Saman Celîliyan, girtiyê Kurd ê girtî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê, bi sedema bikaranîna çeka sar di encama pevçûneke fîzîkî de li vî girtîgehê, hate birîndarkirin û piştre jiyana xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 29ê Adara 2025an, Saman Celîliyan piştî sêzde rojan li nexweşxaneyê, ji ber kûrahiya birînên xwe li pevçûnekê di girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê de canê xwe ji dest da.
Ev girtiyê Kurd, li 17ê Adara 2025an, bi sedema bikaranîa çeka sar ku ji aliyê serê xwe ve rastî derban hatibû, bi giranî birîndar bibû û ketibû komayê.
Saman Celîliyan berê bi tohmeta “diziyê” bi girtîgehê hatibû sizadan û di dawiyê de bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin.
Hengawê hertim derheq nebûna ewlehiya canî ya girtiyan di nava girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de huşdarî daye.
Pêka lêkolîn û belgeyên ku di girtîgehên Komara Îslamî de bi dest ketine, ji bilî hebûna firotina madên hişber, her cure çekên sar bi çavdêrî û piştevaniya madî ya fermanberên girtîgehê bi berdewamî derbasî nav girtîgehê dibin.