Girtîgeha Qizilhesarê; Girtiyekî Kurd ji ber pêranegihîştina pizîşkî canê xwe ji dest da

13 May 2024 23:55

Hengaw; Duşemî 13ê Gulana 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Kiyanûş Welîdbeygî ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber di girtîgeha Qizilhesarê de girtî bû ji ber direng veguhastina wî bo navendên dermanî û pêranegihîştina pizîşkî canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî ya hefteya borî 8ê Gulana 2024an, girtiyekî Kurd ê xelk gundê Noriyawser ê girêdayî bajarê Pawê yê bi navê Kiyanûş Welîdbeygî yê temen 35 salî ku 7 sal di girtîgeha Qizilhesarê de girtî bû, ji ber direng veguhastina wî bo navendên dermanî û pêranegihîştina pizîşkî di nexweşxaneyeke bajarê Tehranê de canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî di heyama salên borî de nexweşiya dil û gulçikan habû, lê berpirsên girtîgehê mirexesî nedidane navbirî heta ku bikarî çareseriya pizişkî werbigire. 

Keseke nêzî malbata Welîdbeygî ji Hengawê re gotiye, ku girtiyê hanê 7 sal berî niha li bajarê Şîrazê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û sizayê 18 sal girtîgehê ji bo wî hatibû danê û navbirî du sal beriya niha ji girtîgeha bajarê Şîrazê ji bo girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatibû veguhastin.

Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di 5 mehên detpêka sala 2024an de aliyê kêm 15 girtî di girtîgehên Komra Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest dane ku 8 ji wan Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin