Bokan; Girtina Bêhrûz Ferheng ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve

Hengaw; Şemî 8ê Adara 2025an
Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Bêhrûz Ferheng, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a ve li vî bajarî hate girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 4ê Adara 2025an, Bêhrûz Ferheng yê xelkê bajarê Bokanê li encama êrîşa hêzên Îtilaata Spahê bo ser dukana cildûrîna wî ya li şeqama “Mewlewiya Şerqî”, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Spahê li bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Li gor çavkaniyeke nêzî malbata Bêhrûz Ferheng, hêzên Îtilaata Spahê piştî vekolîna dukana cildûrîna wî, dest danîne ser telefona wî û mamê wî yê bi navê Husên Ferheng.
Vê çavkaniya agehdar daye zanîn ku, Bêhrûz Ferheng piştî 24 demjimêr ji girtina xwe, di pêwendiyeke telefonî ya kurt de bi malbata xwe re ragihandiye ku bo yek ji navendên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo lêpirsînê hatiye veguhestin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û qedera vî welatiyê Kurd, ti zanyariyek serast li ber dest nînin.