Pîranşar; Girtina Fexredîn Tahirî ji aliyê hêzên hikûmetê ve

09 March 2025 19:12

Hengaw; Yekşemî 9ê Adara 2025an

Fexredîn Tahirî, welatiyê Kurd ê ciwan û xelkê Pîranşarê bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 8ê Adara 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Pîranşarê êrîş kirine ser mala malbatî ya Fexredîn Tahirî yê temen 24 salî û hewla girtina navbirî dane.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, van hêzan bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala vî welatiyê Kurd û der û pencereyên mala wan şikandine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî spandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin