Birêveçûna sizayê darevekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Mehabadê

Hengaw; Pêncşemî 20ê Şibata 2025an
Sizayê darvekirina Şahîn Mehdewî ku du roj berî niha bo odeya takekesî hatibû veguhastin li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate birêveçûn. Navbirî berê bi tohmeta "destdirêjiya bi zorê ya seksî" bi darvekirinê hatibû sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 20ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Şahîn Mehdewî yê temen 29 salî li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate birêveçûn.
Ev girtiyê Kurd du sal berî niha bi tohmeta "destdirêjiya bi zorê ya seksî" li dijî zarokek 11 salî hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Hêjayî gotinê ye ku ev zarokê 11 salî piştre ji ber zextên derûnî yên ji ber destdirêjiya seksî, hewla xwekuştina dabû û dawî bi jiyana xwe anîbû.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.