Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Tirk li girtîgeha Melayirê; Ji destpêka meha Remezanê ve 10 girtî hatine darvekirin

Hengaw; Çarşemî 12ê Adara 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Tirk ê bi navê Hucet Tirkeman, xelkê Melayirê yê ser bi parêzgeha Hemedanê, ku berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûnê “ ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Melayirê hate birêveçûnê.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 11ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Hucet Tirkeman ê xelkê bajarê Melayirê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.
Ev girtiye ji çar sal berî niha ve bi tohmeta “kuştina bi zanebûnê” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê de nehatiye belavkirin.
Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyen a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka meha Remezana îsal ve sizayê darvekirina aliyê kêm 10 girtî li girtîgehên Melayir, Tewrêz, Kaşan, Yezd, Xuremava (2 kes), Hemedan, Qezwîn, Eher û Zencanê hatiye birêveçûn. 6 kes ji van girtiyane bi tohmeta kuştina bi zanebûn û 3 kes jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.