Raporek ji birêveçûna darvekirina 9 girtiyan di girtîgehên Îranê de/ Hejamara girtiyên îsal hatinî darvekirin giha bi 1500 kesan
Hengaw; Sêşemî 25ê Mijdara 2025an
Sizayê darvekirina neh girtiyan ji wan hevwelatiyekî Efxanistanî yê bi navê Mehmûd Elî Sultanabadî, Malekî (navê wî yê piçûk nediyar e), Mihemed Nazimî, Mûsa Gulpayeganî, Eyûb Zayidî, Mihemed Tacîk, Sasan Mîsaqî, Peyman Elîzade û Kiyanûş Şadiman ku berê bi tohmetên "kuştina bi qest û madên hişber", ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Qum, Ehwaz, Simnan, Tewrêz, Taybad, Yasûc, Bender Ebas û Reştê hate cîbicîkirin.
Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belegyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, hejmara girtiyên ku ji destpêka sala 2025an ve li Îranê hatine darvekirin, gihîşte 1,503 kesan. Ji vê hejmarê 231 girtî welatiyên Kurd bûne, 196 Lor, 138 Tirkên Azerî û 128 girtî jî hevwelatiyên Belûç bûne. Herwisa 45 jin û 78 hevwelatiyên Efxanî hatine darvekirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 23ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina du girtiyan bi navên Mihemed Elî Sultanabadî û Melekî (navê wî yê piçûk nediyar e), welatiyê Lor ê xelkê navçeya Çeginî ya ser bi parêzgeha Loristanê, li girtîgeha navendî ya Qumê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar, her du girtî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Di heman rojê de sizayê darvekirina girtiyekî Ereb ê bi navê Mihemed Nazimî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû sizadan, li girtîgeha Sipîdarê ya Ehwazê hate cîbicîkirin.
Di berdewamiya darvekirinên wê rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Mûsa Gulpayeganî li girtîgeha navendî ya Simnanê hate cîbicîkirin. Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtiye berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Şemî 22ê Mijdara 2025an, girtiyekî Tirkê Azerî yê bi navê Eyûb Zeyidî, ku berê bi tohemta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate darvekirin.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Efxanî yê bi navê Mihemed Tacîk li girtîgeha Taybadê ya Xurasana Rezewî hate cîbicîkirin. Ev girtiye berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Herwiha di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Sasan Mîsaqî, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Yasûcê hate cîbicîkirin.
Di berdewamiya darvekirinên wê rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Peyman Elîzade li girtîgeha navendî ya Bender Ebasê hate cîbicîkirin. Ev girtiye berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Her di vê derheqê de roja Çarşemî 19ê Mijdara 2025an, girtiyek bi navê Kiyanûş Şadiman ê 29 salî, li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) hate darvekirin. Ev girtiye nêzîkî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane li medyayên hikûmetî û bi taybetî jî medyayên nêzîkî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.