Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina çar girtiyan ji wan sê girtiyên Kurd li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê

28 May 2025 20:03

Hengaw; Çarşemî 28ê Gulana 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd û girtiyekî Tirkê Azerî yê bi navên Rehîm Emîrî, Emîr Îbrahîmî, Ferman Kuşkî û Yaşar Ceiferî ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi qest hatibûne girtin li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 25ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Hersînê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê yên bi navên Rehîm Emîrî û Emîr Îbrahîmî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Emîr Îbrahîmî 6 sal berî niha û Rehîm Emîrî jî 7 sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem sizayê darvekirina du girtiyên din ên bi navên Ferman Kuşkî yê xelkê Kuyeştê û Yaşar Ceiferî yê hevwelatiyê Tirkê Azerî û rûniştiyê bajarê Tehranê ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan, di vê girtîgehê de hate birêveçûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van çar girtiyan di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin