Seqiz; Ebdulah Ehmedzade, çalakvanê çandî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

12 March 2025 18:41

Hengaw; Çarşemî 12ê Adara 2025an

Ebdulah (Rêbaz) Ehmedzade, çalakvanê çandî yê Kurd û xelkê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Navbirî endamê Encumena Çandî ya "Helebce" ya Seqizê ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 12ê Adara 2025an, Ebdulah Ehmedzade, çalakvanê çandî yê temen 45 salî, bavê du zarokan û rûniştiyê taxa "Hemalava" ya Seqizê hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Ebdulah Ehmedzade, hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina vî çalakvanê çandî, mala wî jî vekolîn kirine.

Ebdulah Ehmedzade wekî endamekî Encumena Çandî ya Helebce ya Seqizê, hemû salê çalakiyên çandî yên cuda li salroja kîmyabarankirina bajarê Helebceyê ji aliyê hikûmeta Be`is ve encam dide.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyeke serast li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin