Bane; Gazîkirin û binçavkirina Rehman Ehmedî bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê

Hengaw; Pêncşemî 13ê Adara 2025an
Rehman Ehmedî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Banê, piştî gazîkirin û serdan bo dadgeha Banê, bi hênceta barimteyê, bi mebesta cîbicîkirina sizayê 3 sal girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 12ê Adara 2025an, Rehman Ehmedî yê temen 34 salî û xelkê gundê “Siwuç” yê girêdayî bajarê Banê, piştî gazîkirin bo dadgehê bi hênceta barimteyê hate girtin û bona cîbicîkirina sizayê 3 sal girtîgeha sepyayî bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di dadgehê de ji Rehman Ehmedî re hatiye ragihandin ku ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Banê ve bi tohmeta «hevkarîkirin digel Partiya Jiyan a Kurdistanê (PJAK)» bi 3 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.
Rehman Ehmedî û Adil Ehmedî pismam û xelkê gundê “Siwuç”, roja Pêncşemî 24ê Tebaxa 2023an, bi êrîşa hêzên hikûmetî û bi dehan trombêlan ji wan trombêlên hêzên taybet, bi bê hebûna ti cure belgeyek yasayî hatibûne binçavbirin.
Hêjayî gotinê ye ku, hewdem digel Rehman Ehmedî û Adil Ehmedî, welatiyekî dinê yê bi navê Bêhzad Ubeydî jî hatibû binçavkirin. Bêhzad Ubeydî piştî 24 demjimêran hatibû azadkirin û Rehman û Adil jî piştî derbasbûna mehekê bi danîna barimteyê hatine azadkirin.