Raporek li ser eşkerebûna nasnameya sê girtiyên Kurd ên hatinî dervekirin li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê

15 March 2025 14:43

Hengaw; Şemî 15ê Adara 2025an

Bi eşkerebûna nasnameya sê girtiyên Kurd ên bi navên Mehdî Celîliyan, Şerîf Ehmedî û Cewad Mîhendost ku di dawiya meha Şibata îsal de li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibûne darvekirin, nasnameya her heft girtiyên ku di vê rojê de û li vê girtîgehê hatibûne darvekirin ji bo Hengawê hate eşkerekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 26ê Şibata 2025an, Mehdî Celîliyan ê 27 salî, Şerîf Ehmedî yê 41 salî û Cewad Mîhendost ê 33 salî, her sê xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya vî bajarî (girtîgeha Dîzilava) hatine darvekirin.

Ev 3 girtiyên Kurd berê bi tohmeta madên hişber di dosyeyên cuda de hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Di heman rojê de sizayê darvekirina Mîlad Muradî yê 27 salî, Elî Çeşmesifîdî yê 31, Mihemed Fireydûnî û Bêhrûz Sefrî Qel`eZencirî yê 36 ku berî niha bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van 7 girtiyên Kurd, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin