Rêûresma Newrozê; Kemal Tehayî Kanîsûr ê xelkê Şinoyê hate girtin

15 March 2025 23:44

Hengaw; Şemî 15ê Adara 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şino yê bi navê Seyîd Kemal Tehayî Kanîsûr, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ve li pêwendî digel rêûresma Newrozê bi awayekî tundûtîjî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 14ê Adara 2025an, Seyîd Kemal Tehayî, welatiyê xelkê taxa “Taçînava” ya ser bi bajarê Şinoyê bi awayekî tundûtîjî hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, girtina Seyîd Kemal Tehayî li pêwendî digel rêûresma Newrozê bûye ku roja derbasbûyî bi destêwerdana hêzên Spaha Pasdaran li bajarê Şinoyê bi tevahî nehate lidarxistin.

Roja Înê hêzên Spah û Întizamî bi danîna xalên pişkinînê, bi belavkirina amadebûyan û bicihkirina hêzên xwe li du gundên “Kanî Sûrk” û girê “Qelatûk”ê ji birêveçûna rêûresma Newrozê li van du cihan rêgirî kirin, ku di encamê de hejmarek ji xelkê Tacînavê ev rêûresme lidar xistin.

Seyîd Kemal Tehayî Kanîsûr piştî ku ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin, bo cihekî nediyar hate veguhestin û heta niha ti zanyariyek li derheq rewşa wî li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin