Avdanan; Mihemed Danyalî, çalakvanê çandî bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

16 March 2025 13:32

Hengaw; Yekşemî 16ê Adara 2025an

Mihemed Danyalî, çalakvanê çandî yê Kurd û endamê girûpa çiyagerî ya "Binar Avdanan" ê xelkê bajarê Avdananê yê girêdayî parêzgeha Îlamê, bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 15ê Adara 2025an, Mihemed Danyalî yê temen 24 salî û xelkê Avdananê bo derbaskirina 2 sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin li Dêluranê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Îlamê hate veguhastin.

Mihemed Danyalî berê bi tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî asayişa netewî û encamdana tawanên civakî" bi giştî bi 2 sal girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî êvareya roja Yekşemî 14ê Gulana 2023an, di halekê de ku ji bo karkirinê mala xwe ji Avdananê bo bajarê Dêluranê veguhastibû, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate girtin û bo girtîgeha Îtilaatê li Îlamê hatibû veguhastin.

Mihemed Danyalî di dawiyê de roja Pêncşemî 13ê Tîrmeha 2023an, bi danîna barimteya 5 milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgeha Îlamê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Mihemed Danyalî di heyama rojên girtina xwe de, roja Înê 9ê Hezîrana 2023an, li girtîgeha Îtilaata Îlamê ji bo nîşanadana nerazîbûnê li hember destpêrenegihîştin bi dosyeya xwe û taşîna serê wî bo heyamekê li girtîgehê dest avêtibû bi gireva  birçîbûnê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin