Rêûresma Newrozê; Selman Paseng, Hadî Cami`î û Ebûbekir Îrandost li Pîranşar û Şinoyê hatine girtin

Hengaw; Yekşemî 16ê Adara 2025an
Selman Paseng, welatiyê Kurd û xelkê Pîranşarê û herdu welatiyên din ên xelkê Şinoyê yên bi navên Hadî Cami`î û Ebûbekir Îrandost li pêwendî digel rêûresma Newrozê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 16ê Adara 2025an, Ebûbekir Îrandost ê temen 47 salî û Hadî Cami`î yê 48 salî, herdu xelkê Şinoyê hatine girtin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên saziya Îtilaata Spaha Pasdaran ve li cihê karê xwe û bi awayekî hovane hatine girtin.
Herwiha êvareya roja Şemî 15ê Adara 2025an, Selman Paseng ê xelkê gundê "Şînavê" yê ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate girtin û piştre bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, girtina Selman Paseng, Hadî Cami`î û Ebûbekir Îrandost li pêwendî digel lidarxistina rêûresma Newrozê li bajarên Pîranşar û Şinoyê bûye.