Îdareya Îtilaatê li derheq bikaranîna cilûbergên xakî û cemedanî hişdarî daye salonên Kurdistanê

Hengaw; Înê 21ê Şibata 2025an
Îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê bi hevdestiya îdareya çavedêrî li ser şûna, li derheq lixwekirina “cilûbergên xakî û cemedanî” gef li xwedan û birêveberên salonên taybet yên Kurdistanê xwariye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di van rojên borî de, îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê bi zext û gefxwarin ji îdareya çavdêrî ya şûnan û herwisa birêveberên salonên taybet ên rêûresman li bajarên cur bi cur ên Kurdistanê li derheq bikaranîna cemedanî û cilûbergên xakî ji aliyê mêvanan ve di van rêûresman de huşdarî daye wan.
Çavkaniyên Hengawê li bajarê Sine dane zanîn ku, di heyama meha borî de salonek bo heyama sê hefteyan û yek din jî bo du hefteyan hatiye daxistin û bi tundî gef li birêveberên wan hatiye xwarin ku eger bi van her du sembolan ve çalakiyan lidar bixin dê salonên wan bo demeke dirêj bêne daxistin.
Di destpêka meha Kanûna îsal de, herî kêm 58 welatiyên Kurd li bajarên Mehabad, Bokan û Pîranşarê û pêkhatî ji endamê malbatên şehîdên tevgera, Jin, Jiyan, Azadî, piştî amadebûn di rêûresma dawetekê de bi cemedanî û cilûbergên xakî, bi tometa “sembolgerayî” bo dadgehê hatine gazîkirin.
Piştî gazîkirin û çêkirina dosyeya dadwerî bo wan kesan, di heyama meha derbasbûyî de li bajarên cur bi cur yên Kurdistanê ji wan Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşar û Şino hin vîdyo li dawetan hatine belavkirin ku amadebûyan ji bo piştevanîkirin ji wan kesên ku hatibûne gazîkirin, bi cemedanî û cilûbergên xakî ve di rêûresman de beşdarî kiribûn.