Sine; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa çar çalakvanên jin ên Kurd

16 March 2025 20:20

Hengaw; Yekşemî 16ê Adara 2025an

Tevî derbasbûna hefteyek ji binçavkirina çar çalakvanên jin ên Kurd ên bi navên Baran Saidî, Leyla Paşayî, Soheyla Mutayî, ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî û Soma Mihemedrizayî li pêwendî digel amadebûna wan di rêûresma taybet bi roja cîhanî ya Jinan li Sine, heta niha di girtîgeha Îtlaata Sinê de binçavkirî ne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna heft roj ji binçavkirina Baran Saidî ya 45 salî, Soma Mihemedrizayî ya 38 salî û her du xelka bajarê Sine, Leyla Paşayî ya 45 salî û xelka Seqizê û Soheyla Mutayî ya xelka Dêwulanê, heta niha ji sereketirîn mafên xwe yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û pêwendîgirtin bi malbatên xwe re bêpar in.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev çar çalakvanên jin heta niha ti pêwendiyeke telefonî bi malbatên xwe re negirtine û ev yeka bûye sedema dilgiraniya malbatên wan.

Ev çar çalakvanên jinan roja Duşemî 10ê Adara 2025an, li bajarên Sine û Dêwulanê ji ber çalakî û amadebûna wan di rêûresma taybet bi roja îhanî ya Jinan li Sine ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine binçavkirin û bo girtîgeha Îtilaata vî bajarî hatine  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin