Rêûresma Newrozê; Girtina aliyê kêm 6 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî ve li Şinoyê

Hengaw; Duşemî 17ê Adara 2025an
Ebûbekir Xatemî, Hemze Zîbakelam, Hadî Cemi`î, Samî Xizrî, Mesûd Xizrî û Metîn Çûpanî, welatiyên Kurd ên xelkê Şinoyê li pêwendî digel rêûresma Newrozê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 16ê Adara 2025an, Metîn Çûpanî yê temen 20 salî, Ebûbekir Xatemî yê temen 47 salî û Hadî Cami`î yê 48 salî, her sê xelkê Şinoyê hatine girtin.
Ebûbekir Xatemî û Hadî Cami`î ji aliyê hêzên saziya Îtilaata Spaha Pasdaran ve li cihê karê xwe û bi awayekî hovane hatine girtin. Metîn Çûpanî jî di mala xwe de hatiye girtin.
Êvareya roja Şemî 15ê Adara 2025an, du welatiyên Kurd ên bi navên Samî Xizrî û Mesûd Xizrî, xelkê gundê "Şawane" yê ser bi Şinoyê û Hemze Zîbakelam ê xelkê Şinoyê hatine girtin.
Li gorî zanyariyan, di vê navberê de Mesûd Xizrî li xala lêkolînê ya gundê Nelîwanê yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye girtin.
Girtina van welatiyan li pêwendî digel çalakî û beşdarîkirina wan li birêvebirina rêûresma Newrozê li bajarê Şinoyê bûye.
Ebûbekir Xatemî, Hemze Zîbakelam, Hadî Cemi`î, Samî Xizrî, Mesûd Xizrî û Metîn Çûpanî, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û ti zanyariyek derheq rewşa wan li ber dest nîne.