Sine; Raporek li ser girtin û nexuyabûna çarenivîsa Wuriya Babayî

18 March 2025 00:31

Hengaw; Sêşemî 18ê Adara 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Sine yê bi navê Wuriya Babayî, heftiyek berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 11ê Adara 2025an, Wuriya Babayî yê temen 33 salî û xelkê gundê "Hesenava" yê ser bi bajarê Sine li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, tevî derbasbûna heft roj ji binçavkirina Wuriya Babayî, lipeyketinên malabta vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji qeder û rewşa wî heta niha bê encama maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersivekê dûr digirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê girtin, tohemtên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin