Rêûresma Newrozê; Esed Babakeremî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Sinê ve hate girtin

23 March 2025 22:06

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an

Esed Babakeremî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine li derheq beşdarîkirin li rêûresma Newroza Kurdistanê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Esed Babakeremî yê temen 34 salî û xelkê “Gawere” yê ser bi bajarê Sine piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Esed Babakeremî li derheq beşdarîkirin li rêûresmên Newroza Kurdistanê hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest   nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin